 |  | 
DAXUYANÎ AZADÎ BO NIVÎSKAR EBDULSELAM DARÎ Û HELBESTVAN BAVÊ TOSIN
Roj li pey rojê, rejîma Sûryayê hewldanên xwe bo çewisandina gelê kurd
li rojavayî kurdistanê gurtir û dijawartir dike.
Di vê çarçeweyê de, bi alîkariya hêzên xwe yên leþkerî û parastinî
hetanî aniha bi hezaran kurd hatine girtin û di girtîxaneyan de bi awayên
dirinde û hovane têne iþkence kirin û riswa û bêrûmet kirin.
Birand: Emerîka þerê gerîlayên PKK-ê nake, hikûmeta Iraqê dê bixwaze eskerê tirk
KK-Nûçe
STENBOL, 5/5 2004 — Mehemet Ali Birand dibêje Emerîka sozên di derbareyê PKK-ê de dabûn na îne cih. Ew dibêje paþeroja hêza taybet ya tirkan ko li baþûrê Kurdistanê dimînin ne diyar e. Birand dibêje wî agahî ji berpirsyarên emerîkî girtiye û emerîkî dibêjin PKK di bo wan zêde ne giring e, ew di dereceyeka jêr de ye. Emerîkayê viyaneka siyasî nîne ko di nêzîk de PKK-ê bike armanc.
Bîrand dibêje emerîkî dibêjin îþ û karê wan ji wan zêde ye. Ew nikarin bi gerîlayên PKK-ê ve mijûl bibin. Ew hêza xwe ya eskerî ji bo karek ko ne gelekî ferz e kar nahênin.
Bîrand dibêje paþeroja hêza taybet ya tirkan jî ne diyar e, lê çaxê hikûm bikeve destê Iraqiyan bi xwe ew dê bixwazin hêza tirkan ya eskerî ji Iraqê derkeve. Ew dê bibêjin pêwistî bi hebûna hêza eskerî ya tirkan nîne. Birand dibêje wî çaxî heger tirk bibêjin heta kampên PKK-ê li çiyayê Qendîl hebin ew jî dernakevin û Emerîka destekê nede tirkan ko li dijî kurdan þerî bikin, tirk dê mecbûrî hêza xwe ya taybet ji baþûrê Kurdistanê vekiþînin.
Babekir Zêbarî bû serokê ordiya Iraqê
KK-Nûçe
HEWLÊR, 20/4 2004 — General Babekir Zêbarî bû serokê ordiya Iraqê. Serokerkanê Iraqê bû General Emir El Haþimiyê ereb-sunî. Avakirina ordiya Iraqê dewam dike û pêþmergeyên Kurdistanê beþek giring ji ordiya Iraqê ye. Ordiya Iraqê dê ji kurd, ereb û hindikneteweyên dî pêk bêt. General û zabitên mezin dê ji kurd, ereb û hindikneteweyên dî bên perwerde kirin.
Babekir Zêbarî berpirsyarê giþtî yê eskerî yê Kurdistanê bû û niho ew bû serokê ordiya Iraqê û arîkarê misteþarê wezareta paraztina Iraqê.
Babekir Zêbarî pêþmergeyek kevn û berpirsyarekî eskerî yê kurdê têt naskirin e.
Dê rola kurdan di ordiya Iraqê de dê giring be. Ordiya Iraqê ya nû dê li gor prensîbên destûra esasî ya nû bêt avakirin û berjewendiyên kurdan dê mîna berjewendiyên Iraqê bên hesabkirin.
Her qerara eskerî dê li gor berjewendiyên kurd, ereb û hindikneteweyên dî bêt girtin.
Leyla Zana medhê tirkan û hebisxaneyên wan dike
KK-nûçe
Leyla Zanayê nameyek bo Oktay Ekþi (serokê komeleya rojnamevanên tirk û nivîskarê rojnameya tirkî Hurriyetê) rêkir û tê de diyar dike ko rêxistina mafê mirovan ya Emerîkayê informasyona xelet heye. Oktay Ekþi tevaya nameya Leyla Zanayê aþkere nake, lê Leyla Zana dibêje þkence li wê nehatiye kirin û ew ne di cihek teng û xerab de dijî û wê tevaya mafên mehkûman heye.
Zanîn û ziman
M. KARA
Em ji çen mehan carek di vî quncikî da di derheq girîngîya ziman da dinivîsînin. Wan çendê çûyîn dîsa di vî quncikî da di derheq ziman da nivîsek hate weþandinê. Di dawîya wê nivîsê da me gotibû; “...Pêþnîyarên me yên ji bona çareserkirina wê pirsa girîng bira bimîne nivîseka din."
Belê, nivîseka din û nivîseka din jî.. Lê çareserkirina vê pirsê ewqas hêsa nîne û bi çend nivîsan, pirtûkan safînabe. Lewra ev pirs ji alîyek va bi azadîya welat, bi destxistina maf û azadîyên însanî, civakî, çandî û aborî va girêdayîye. Ji alîyê din da, bersîva vê pirsa girîng nefteya derê azadîyê bixwe ye..
| |
| Ferhenga Kurdi |
Kurdish (English - German - Turkish)
pêşber kirin - - huzura getirmek
 bedilîn - - şekil olarak değişmek
 xistin zimeta xwe - - zimmetine geçirmek
 |
| Auto & Motor |
|
|
Welcome to KURD IT GROUP
Hi (Slaw),
This is a group for KURDS and KURDS FRIENDS INFORMATION TECHNOLOGY (IT) GROUP...
You can share ever ... min hewl da ku sitranen kurdi guhdarbikim.gelek malper hene u haya ku tu nebi endam nikari guhdar biki ma va ji hale? ... slaw hewlano,
these are some useful kurdish msn groups... pls be member of them... zor supas
thebestkurdishgroup@groups.msn.com,
sivan ... KONSERA SHIVAN PERWER
http://www.avestakurd.net/konser.jpg
... Malpera yekemín ya QERS-IXDIR-ORDIXAN hat vekirin.
ji kerema xwe re agahdari bikin
bitiqine -> www.Kars-Online.de
Kurdish-Crash-Course,Z ... List all | Post your ads |
| Online |
| Anha 20 Mêvan u 0 Endam online in.Tu ne endam î. Tu dikarî xwe qeyd bikî |
| Serbest Kürsü |
|
| Kurdish Web Directory |
|
|